Dinya

Ji Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres banga ji bo Îdlibê

Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî êrîşên li ser wezîfedarên tenduristiyê û nexweşxaneyan ên li bakurê rojavayê Sûriyeyê dewam dikin bi tundî şermezar kir û bang kir ku bira guh bidin mitebeqata Îdlibê

Haydar Şahin   | 12.07.2019
Ji Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres banga ji bo Îdlibê

New York

Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) êrîşên li ser wezîfedarên tenduristiyê û nexweşxaneyan ên li bakurê rojavayê Sûriyeyê dewam dikin bi tundî şermezar kir û bang kir ku bira guh bidin mitebeqata Îdlibê.

Di daxuyaniya Berdevkiya Sekreteriya Giştî ya NYyê da bal kişandin ku kordînatên nexweşxaneyên li bakurê rojavayê Sûriyeyê berê bi aliyan ra hatibûn parvekirin ligel vê di êrîşên ji hewayê da nexweşxaneyeke mezin jî tev çend navendên tenduristiyê hatin lêxistin.

Li gor daxuyaniyê, Guterres got ji bo parastina sivîlan û binesaziya sivîl dibê rêzê nîşanî hiqûqa mirovahî ya navneteweyî bidin, êrîşên li ser wezîfedarên tenduristiyê û nexweşxaneyan ên li bakurê rojavayê Sûriyeyê bi tundî şermezar dike û bang kir ku bira guh bidin mitebeqata Îdlibê.

Rejima Beşar Esed duh êrîşî wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê kiribû, di êrîşan da 5 sivîl hatibûn kuştin û 27 sivîl jî birîndar bibûn.

Rûsyaya piştgirê rejimê jî êrîşî ambulansekê û navenda Parastina Sivîlan (Kumsipî) kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın