Dinya

Ji Rêxistina Dewletên Amerîkan banga ji bona Hizbullahê

Luîs Almagroyê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Dewletên Amerîkan bang li dewletên endam kir ku Hizbullahê wek rêxistina terorê bi nav bikin.

19.07.2019 - Rojanekırın : 20.07.2019
Ji Rêxistina Dewletên Amerîkan banga ji bona Hizbullahê

Buenos Aires

Luîs Almagroyê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Dewletên Amerîkan (OAS) bang li dewletên endam kir ku Hizbullahê wek rêxistina terorê bi nav bikin.

Almagro di Konseya Daimî ya OASê da axivî û di salvegera 25emîn ya êrîşa dijî Navenda Çandê ya Cihûyan (AMIA) da ku li Arjantînê kar û barên xwe dike serxweşî da Arjantînê û got ku ji bona êrîşên wiha cardin nebin divê tevdîr bên hildan.

Luîs Almagro bi minasebeta salvegera 25emîn ya êrîşa dijî AMIAyê da Hizbullahê ji xwe ra kir hedef û got ku divê em Hizbullahê mîna rêxistina terorê bi nav bikin ku li herêmê derbeyê li rêgezên xîreta mirovahiyê dixe.

Almagro bang li dewletên endam kir ku Hizbullahê wek rêxistina terorê bi nav bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.