Dinya

Ji Pentagonê der barê Tirkiye û F-35an da daxuyanî

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê"Ji bo ku Tirkiye ji projeya F-35an were derxistin pevajoya fermî dest pê kir. Serok Donald Trump jî îfade kir, Amerîka dîsa jî gelekî giringiyê dide hevkariya stratejîk ya bi Tirkiyeyê ra."

Fatih Gazioğlu  | 18.07.2019 - Rojanekırın : 19.07.2019
Ji Pentagonê der barê Tirkiye û F-35an da daxuyanî

Washington DC

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê der barê kirîna S-400an da daxuyaniyek da û gotin ew ê Tirkiyeyê ji projeya F-35an derxin û wiha gotin: "Ji bo ku Tirkiye ji projeya F-35an were derxistin pevajoya fermî dest pê kir. Serok Donald Trump jî îfade kir, Amerîka dîsa jî gelekî giringiyê dide hevkariya stratejîk ya bi Tirkiyeyê ra."

Misteşarê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê Ellen Lord û alîkarê wî Davîd Trachtenberg civîneke çapemeniyê li dar xist û kirîna Tirkiye ya S-400an nirxand.

Lord got ku S-400ên ku Tirkiyeyê ji Rûsyayê kirîbûn ji roja înê vir va diçine Tirkiyeyê û wiha axivî: "Ji bo ku Tirkiye ji projeya F-35an were derxistin pevajoya fermî dest pê kir. Serok Donald Trump jî îfade kir, Amerîka dîsa jî gelekî giringiyê dide hevkariya stratejîk ya bi Tirkiyeyê ra."

- "Em bi Tirkiyeyê re xebatên xwe didomînin"

Lord diyar kir ku daxwaza wan ew e ku Tirkiye di çarçoveya pergela parastina esmanî ya NATOyê da bimîne û wiha dewam kir:

"Amerîka di hewcedariya Tirkiyeyê ya ji bo parastina esmanî da ji bo alîkariyê amade ye. Xebatên me yên bi Tirkiyeyê ra ji bona fuzeyên patrîotan didome. Em gelek caran bi Tirkiyeyê ra ji bo kirîna S-400an axivîn. Me Tirkiye hişyar kir. Me ji wan re got kirîna S-400an ji pojeya F-35an xetere ye. Çimkî ev herdu sîstem bi hevra li heman cî nikarin bimînin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın