Dinya

Ji navçeya bûye hedefa êrîşên Esed û piştgirên wî koçê dest pê kir

Ji Çileya Paşîn a 2019an vir va milyonek û 942 hezar kesî koç kir

Türkan Tosun   | 20.02.2020
Ji navçeya bûye hedefa êrîşên Esed û piştgirên wî koçê dest pê kir

İdlib

Artêşa rejima Beşar Esed û piştgirên wî li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê êrîşî navçeya Daret Îzzeyê dikin, sivîlên xwe spartibûn navçeyê ji bo canê xwe biparêzin, koç dikin.

Rejima Esed bi alikariya piştgirên xwe qismeke mezin a Heleba Rojava bi dest xist û niha êrîşî navçeya Daret Îzzeyê dike.

Sivîlên ji cihên din hatibûn û xwe spartibûn navçeya Daret Îzzeyê niha ji bo canê xwe biparêzin dîsa koç dikin.

- "Ez nizanim ez ê çi bikim"

Yek ji wan sivîlan Fattûh Ebu Mihemed ji nûçegihanê AAyê ra wiha daxuyand: "Rejima Esed em kuştin. Me ji cih û warê me kir. Me ji Maaratunnumanê qewirand. Em hatin Daret Îzzeyê. Em niha dîsa koç dikin."

Ebu Mihemed bi jin, zarok, kal û pîran va eşyayên xwe berhev kir ku here û wiha dewam kir: "Ez nizanim ezê çi bikim, herim ku. Ne konê min heye, ne jî xwarina min."

- "Yên ku wesayîtên wan û cihekî wan heye koç dikin"

Ehmed Qasimê ji navçeya Daret Îzzeyê jî wiha got: "Yên ku wesayîtên wan û cihekî wan heye koç dikin. Lê yên din wê herin ku? Ji sedî 40ê nifûsê gelê navçeyê ye, yên din jixwe bi koçê hatibûn. Em nifiran ji rejima Esed û Putîn dikin. Li vî welatî birayê min şehîd bûbû. Min wê rojê çi hîs kiribû îro jî wê tiştê hîs dikim. Xwedê kesî ji cih û warê wî neke."

Ji peymana Soçiyê ya 17ê Îlona 2018an vir va di êrîşên rejimê û piştgirên wê da ji 1800î zedetir sivîl hatin kuştin. Ji Çileya Paşîn a 2019an vir va milyonek û 942 hezar kesan xwe spartin sînorê Tirkiyeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın