Dinya

Ji Nûnera NYyê ya Iraqê hişyariya "Kolanên Iraqê li ber tevlihevbûnê ne"

Nuri Aydın   | 18.05.2022
Ji Nûnera NYyê ya Iraqê hişyariya "Kolanên Iraqê li ber tevlihevbûnê ne"

Ankara

 Nûnera NYyê ya ji bo Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaertê hişyarî da û got ku "Kolanên Iraqê li ber tevlihevbûnê ne."

Hennis-Plasschaertê piştî pêşkeşiya li ser Iraqê ya li KENYyê, daxuyanî da çapemeniyê.

Hennis-Plasschaertê bal kişand ku pirsgirêkên welêt nehatin çareserkirin û ew hişyarî da û got ku kolanên Iraqê li ber tevlihevbûnê ne.

Hennis-Plasschaertê destnîşan kir, digel ku 7 meh di ser hilbijartinan ra derbas bûn, hê jî hikûmet nehatiye avakirin û polîtîkaya Iraqê timî xwe dubare dike.

Hennis-Plasschaertê diyar kir, ji xeynî xitimîna siyasî, hesabê bûyerên tundiyê yên wekî agirkirina roketan a ji hêla komên çekdar va nayê pirsîn û wiha got, "Însanên jirêzê bi elem in. Hêrsa gel dibe ku nişkêva biteqe."

Hennis-Plasschaertê bo hevdîtinên avakirina hikûmeta banga lihevkirin û diyalogê kir û wiha got, "Li Iraqê biçin bazarekê, gel dê ji we ra bêje ku berjewendiyên neteweyî di bin siya kontrola çavkaniyan û lîstikên hêzê da mane."

Hennis-Plasschaertê got ku gel dixwaze gendeliyên berfireh û komperestî bi dawî bibe û aboriya piralî û rêveberiya bi îstiqrar werin tesîskirin.

Hennis-Plasschaertê her wiha got ku divê nakokiyên rêveberiya navendî ya Iraqê û rêveberiya Herêma Kurdistanê bi mekanîzmaya qanûnî bên çareserkirin.

Hennis-Plasschaertê qala Şengala Mûsilê ya ku tehdîda rêxistina terorê PKK lê hê jî didome, kir û wiha got, "Herêm bûye qada milmilaneya hêzên dereke û fitnekarên navxweyî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın