Dinya

Ji Miftîtiya Libyayê fetwaya "Dijî eskerên peretî yên Ûris seferberî"

Daîreya Fetwayê ya Miftîtiya Libyayê bangî hemû welatiyên Libyayê kir ku "Li dijî dagiriya Rûsyayê li ber xwe bidin û di halê seferberiyê da bin".

Haydar Şahin  | 01.07.2020 - Rojanekırın : 02.07.2020
Ji Miftîtiya Libyayê fetwaya "Dijî eskerên peretî yên Ûris seferberî"

Trablus

 Daîreya Fetwayê ya Miftîtiya Libyayê bangî hemû welatiyên Libyayê kir ku "Li dijî dagiriya Rûsyayê li ber xwe bidin û di halê seferberiyê da bin".

Di daxuyaniya nivîskî ya Konseya Xebat û Lêkolîna Şerîetê ya Daîreya Fetwayê ya Miftîtiya Libyayê da bang kirin ku "welatiyên Libyayê yên dixwazin welat û dînê xwe biparêzin bira li dijî dagiriya Rûsyayê berxwedanê bidin û derkevin seferberiyê."

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Konsey dibîne ku Rûsya bajar, balafirgeh, qadên petrolê, herêmên Libyayê û çavkaniyan dagir dike ku hilde kontrola xwe. Li ku dera dinyayê dibe bira bibe dibê hemû Misliman qasî quweta xwe li dijî eskerên Ûris şer bikin, bi wan ra bazirganiya xwe bibirin."

Saziya Petrola Neteweyî ya Libyayê ya ku derxistin, safîkirin, belavkirin û îxracata petrolê di rayeya wê da ye daxuyanî dabû û diyarkiribû ku eskerên peretî yên Wagnera saziya ewlekariyê ya Rûsyayê ketin Şerareya Qada Petrolê ya li başûrê welêt û ev qad nika naxebite lê zehf dewlemend e.

Li Libyayê bertek nîşanî vê gava eskerên peretî yên Wagnerê dabûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.