Dinya

Ji Forbesê bo Mihamed bîn Zayed El Nahyanê Prensê Welîeht ê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb meqaleyeke balkêş

Forbes: "Prensê Welîeht Mihamed bîn Zayed El Nahyan dîktatorekî ku çavkaniyên eskerî û fînansî yên welatê xwe di bin navê têkoşîna dijî radîkalîzma Îslamî da ji bo têkbirina avabûnên meyla wan li ser demokrasiyê heye, diemilîne."

Abdullah Tel   | 17.01.2020
Ji Forbesê bo Mihamed bîn Zayed El Nahyanê Prensê Welîeht ê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb meqaleyeke balkêş

Washington DC

Di kovara Forbesê ya Amerîkayê da ji bo Prensê Welîeht Mihamed bîn Zayed El Nahyan (MBZ) gotareke balkêş a tê da qala tesîra wî ya li ser Rojhilata Navîn dike hat weşandin.

Hat gotin ku tesîra MBZ li Rojhilata navîn zêde ye lê ew bi qasî Prensê Welîeht ê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman (MBS) nayê naskirin û ji bo planên wî yên li ser Rojhilata Navîn gotinên balkêş hatin gotin.

Di gotarê da hat destnîşankirin ku hin rayedarên payebilind ên di rêveberiya Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama da cih digirtin MBZ yekî wek "bi talûke û ne rast" bi nav kiribûn, lê rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump bi xweşbînî miamele li wî kir.

- "MBZ ji perçeyên pirsgirêkê yek e"

Di gotarê da ji bo MBZ îfadeyên hin dîplomatên biyanî û daneyên di raporên mafên mirovan da cih digirtin hatin dayîn û hat gotin ku ji ber hewla xwe ya serberdayî li welatên wek Yêmen û Libyayê bû sedema şer û pevçûnên nikare ji heq bê der.

Ji bo MBZ wiha hat gotin: "Ew dîktatorekî ku çavkaniyên eskerî û fînansî yên welatê xwe di bin navê têkoşîna dijî radîkalîzma Îslamî da ji bo têkbirina avabûnên li herêmê yên ku meyla wan li ser demokrasiyê heye, diemilîne."

Hat gotin ku ji ber hewl û tevgerên MBZ Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb di nav koalîsyona bi pêşengiya Erebistana Siûdî ku li Yêmenê bi êrîşên sûcên şer dikin da cih digire û ew jî perçeyekî girîng ê wan sûcan e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.