Önder Beyter
28 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres hevdîtin kir.
Bîn Selman li Navenda Giştî ya NYyê ligel Guterres rûnişt. Di hevdîtinê da ji aliyê Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb va seba Yêmenê 930 milyon dolar pere ji bo alîkariya mirovî hat pêşkêşkirin.
Piştî hevdîtinê Bîn Selman bêyî daxuyaniyê çû û herwiha Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî Adil el-Cubeyr ku hevaltiya Prens dike, bersiv da pirsên rojnamegeran.
Cubeyr destnîşan kir ku Bîn Selman û Guterres hevdîtineke sûdmend pêk anîn û herwisa got ku wekî bersiva bangewaziya NYyê, Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ji bo piştevaniya alîkariyên mirovî yên seba Yêmenê, 930 milyon dolar pere bexşandin.
Cubeyr got ku ji bo binesazî û mezinkirina kapasîteya lîmanên wê, wan rasterast 70 milyon dolarê din jî wekî alîkarî da Yêmenê. Cubeyr herwiha diyar kir ku di hevdîtinê da rewşa li Yêmenê û "midaxaleya Îranê ya li ser vî welatî" jî hatin rojevê.
- "Erebistana Siûdî wî mafê xwe di destê xwe da digire ku bersivê bide Îranê"
Cubeyr destnîşan kir ku Guterres, êrîşa fuzeya balîstîk a ku pêr ji aliyê Hûsiyan va ji Yêmenê li dijî Erebistana Siûdî hat kirin, şermezar kir. Herwiha Cubeyr îdia kir ku ev fuze yên Îranê ne.
Cubeyr, Îran bi wê yekê tawanbar kir ku ambargoya çekan a KENYê ya dijî Yêmenê binpê dike û bal kişand ku li dijî Erebistana Siûdî emilandina van çekan nayê qebûlkirin û wiha got, "Erebistana Siûdî wî mafê xwe di destê xwe da digire ku di demeke guncav da bi awayekî guncav bersivê bide Îranê."