Dinya

Ji Efxanistanê vekişîna eskerên Amerîka û NATOyê bi fermî dest pê kir

Emre Aytekin   | 01.05.2021
Ji Efxanistanê vekişîna eskerên Amerîka û NATOyê bi fermî dest pê kir

Ankara

 Hêzên çekdar ên Amerîka û NATOyê ku li Efxanistanê bi cih bûne, ji îro pê va dest bi vekişînê kir.

Eskerên Amerîkayê ku hê li welêt in û li gor texmînê jimara wan di navbera 2 hezar û 500 û 3 hezarî da ye û nêzî 7 hezar eskerên NATOyê wê ji îro pê va welat biterikînin.

Serokê Amerîkayê Joe Bîden di 15ê nîsan da daxuyanî dabû û diyar kiribû ku wê di 1ê gulanê da pêvajoya vekişînê bidin destpêkirin û beriya 11ê îlonê ku salvegera dagirkirina Efxanistanê ye, hemû hêzên eskerî wê vekişin.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê hat dayîn, li welêt di nav saleke dawîn da bi girtina baregehên eskerî yên piçûk va pêvajoya vekişînê dest pê kir û piştî biryara Bîden amadehî zûtirî hatin kirin.

Li gor daxuyaniyê heta niha tenê 60 eskerên Amerîkayê welat terikandiye.

Bi hinceta Efxanistan milîtanên rêxistina El Qaîdeyê ku wek berpirsê êrîşên 11ê îlonê tên dîtin, veşartine û wan diparêze, Amerîka û mitefîqên NATOyê di 7ê cotmeha 2001ê da Efxanistan îşxal kiribû.

Li gor texmînên projeya "Maliyeta Şer" a Zanîngeha Brownê ya Amerîkayê, ji bo şerê ku 20 salan dewam kir 2 trilyon dolarî zêdetir pere hat xerckirin.

Di şer da 2 hezar û 442 eskerên Amerîkayê hatin kuştin, 20 hezar û 666 esker jî birîndar bûn, her wiha 1144 personelên NATOyê jî hatin kuştin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın