Dinya

Ji Borrellê Nûnerê Payebilind ê YEyê peyama "hevkariya nêz a bi Tirkiyeyê ra"

Selen Temizer  | 24.09.2021 - Rojanekırın : 24.09.2021
Ji Borrellê Nûnerê Payebilind ê YEyê peyama "hevkariya nêz a bi Tirkiyeyê ra"

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

 Josep Borrellê Nûnerê Payebilind ê Polîtîkayên Ewlekariyê û Têkiliyên Derva yê Yekîtiya Ewropayê (YE) diyar kir ku bingeha têkiliyên kordinasyon û hevkariya nêz ya bi Tirkiyeyê ra heye.

Borrel bi Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva yê ji bo hevdîtinên Lijneya Giştî ya 76an a Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê bû ra hat ba hev û piştî hevdîtinê li ser Twitterê daxuyanî da.

Borrell got "di Lijneya Giştî ya NYyê da dîtina Çavuşoglu baş e." û diyar kir ku xêncî têkiliyên YE-Tirkiyeyê mijara Qibrîsê, Behra Sipî ya Rojhilat û Efxanistanê jî dinirxînin.

Çavuşoglu jî piştî hevdîtinê peyam weşand û got, "Ji bo îstiqrara herêmî û navneteweyî şert e ku YE bi Tirkiyeyê ra hevkariyê bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın