Dinya

"Ji bona vegera Sûriyeyiyan em dikarin forumeke hevbeş çêkin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Ji bona vegera Sûriyeyiyan em dikarin bi Lubnan, Urdin û Iraqê ra forumeke hevbeş çêkin. Em dikarin gazî civaka navneteweyî jî bikin."

Nihat Kavşut   | 23.08.2019
"Ji bona vegera Sûriyeyiyan em dikarin forumeke hevbeş çêkin"

Ankara

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Ji bona vegera Sûriyeyiyan em dikarin bi Lubnan, Urdin û Iraqê ra forumeke hevbeş çêkin. Em dikarin gazî civaka navneteweyî jî bikin."

Çavuşoglu di serdana xwe ya li Lubnanê da li paytext Beyrûtê bi Cebran Bassîlê Wezîrê Karên Derva yê Lubnanê ra hat bal hev û di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu bal kişand ser vegera Sûriyeyiyan û wiha got: "Ji bona vegera Sûriyeyiyan em dikarin bi Lubnan, Urdin û Iraqê ra forumeke hevbeş çêkin. Em dikarin gazî civaka navneteweyî jî bikin."

Çavuşoglu destnîşan kir li Rojhilatê Behra Sipî wê heta dawiyê heqên Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur û Tirkiyeyê biparêzin û got ku hikmê tu peymaneke ku Tirkên Qibrîsê û Tirkiye di nav da tunebe tuneye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.