Dinya

Ji bo zanyarê nukleerê yê Îranî Fexrîzade li Meşhed û Qûmê merasima cinazeyê hat lidarxistin

Önder Beyter   | 29.11.2020
Ji bo zanyarê nukleerê yê Îranî Fexrîzade li Meşhed û Qûmê merasima cinazeyê hat lidarxistin

Tahran

 Ji bo zanyarê Îranî Muhsîn Fexrîzade ku ji mîmarên bernameya nukleerê ya Îranê ye û li Tehranê di êrîşa sûîqesdê da hat kuştin, li Meşhed û Qûmê merasima cinazeyê hat lidarxistin.

Malbata Fexrîzade, hin mirovên dînî û karbidestên siyasî beşdarî merasima ku duh li bajarê Meşhedê li Tirbeya Îmam Riza û îro jî li bajarê Qûmê li Tirbeya Fatimeya Mesûmeyê hat lidarxistin, bûn.

Hat diyarkirin, ji bo Fexrîzade li bajarê Qûmê nimêja cinazeyê hat kirin û her wisa merasimên li Meşhed û Qûmê bêyî ku pêşda bên ragihandin hatin kirin û dîsa destûr nehat dayîn ku gel û rojnameger beşdarî merasimên navborî bibin.

Cinazeyê zanyarê Îranî Fexrîzade sibê piştî merasima ku dê li patext Tehranê were lidarxistin, dê bi xakê were sipartin.

Muhsîn Fexrîzade ku yek ji mirovên herî sereke yên bernameya nukleerê ya Îranê bû, 27ê mijdarê roja înê, li navçeya Demawenda Tehranê li herêma Abserdê di êrîşa çekdar a dijî wesayîta wî da hatibû kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın