Dinya

Ji bo şewata ku li Bexdayê di nexweşxaneya pandemiyê da derket li welêt 3 rojan şîn hat îlankirin

Halime Afra Aksoy   | 25.04.2021
Ji bo şewata ku li Bexdayê di nexweşxaneya pandemiyê da derket li welêt 3 rojan şîn hat îlankirin

Baghdad

Li Bexdaya paytextê Iraqê duh agir bi nexweşxaneya ku seba nexweşên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatiye texsîskirin ket û ji 80yî zêdetir kes di şewatê da mirin û piştî şewatê li welêt 3 rojan şîna neteweyî hat îlankirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa Mistefa el-Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê hat dayîn, Serokwezîr ji bo geşedanên şewata li Nexweşxaneya Îbn el-Xetîbê bi hin rayedaran ra civîn kir.

Kazimî diyar kir ku ji bo kesên ku di şewatê da mirin, 3 rojan şîn hat îlankirin.

Derbarê derketina agir da lêpirsîn dewam dike. Wezareta Karên Navxweyî daxuyandibû ku di şewata ku li nexweşxaneyê derket da jimara miriyan derket 82yan, jimara birîndaran derket 110an.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın