Ji bo serokatiya Interpolê ji MYEyê Ehmed Nasir El Reîsî hat hilbijartin
Istanbul
Ji bo serokatiya Teşkîlata Polêsan a Navneteweyî (Interpol) ji Mîrektiyên Yekbûyî Yên Ereb (MYE) Ehmed Nasir El Reîsî hat hilbijartin.
Di roja 3yemîn a Civîna Lijneya Giştî ya 89emîn a Interpolê da serokê giştî yê nû û endamên lijneyê hatin hilbijartin.
Di civîna ku li Navenda Kongreyê ya Halîçê çêbû da ji Mîrektiyên Yekbûyî Yên Ereb (MYE) Ehmed Nasir El Reîsî wek serokê nû yê Interpolê hat hilbijartin.
Li ser hesabê Twîtterê yê Interpolê hat daxuyandin El Reîsî wê 4 salan wezîfeya serokatiyê bike.