Ji bo Xameney û her wiha endamên malbatê yên di êrîşê da hatin kuştin, li Tehranê merasima cinazeyê hat lidarxistin.
Ayetullah Cefer Subhanî nimêja cinazeyê ya li qada taybet a li Mizgefta Mûsallayê ya Îmam Humeynî da kirin.
Bi sed hezaran Îraniyên ku sibehê zû berê xwe dan qada merasimê, di nimêja cinazeyê da amade bûn.
Mesûd Pezeşkiyanê Serokomarê Îranê di serî da rayedarên dînî, eskerî û siyasî beşdarî merasima cinazeyê bûn.
Sibê piştî merasima xatirxweziyê ya li kuçeyên paytextê, cinazeyê Xameney dê bo bajarê Qûmê bê veguhestin.