Tolga Akbaba
07 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2026
Ji bo Elî Xameneyê Serokê Îranê yê berê û malbata wî ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê da hatin kuştin, li Qûma bajarê Îranê li Mescida Cemkeranê merasima cinaze hat lidarxistin.
Li gor IRNAya ajansa fermî ya Îranê, ji bo Xameney li Qûmê merasima cinaze hat lidarxistin û gelek kes beşdar bûn.
Bi milyonan kes beşdarî merasimê bûn û rêya navbera Mescida Cemkeran û Tirbeya Hezretî Fatimayê bi temamî tijî bû.
Di merasimê da timî dijî Amerîka û Îsraîlê durişme hatin berzkirin, di kêliya ku cinazeyê Xameney û malbata wî anîn qadê, gelek Îranî giriya.
Ayetullah Cewadî Amolî nimêja cinaze ya Xameney da kirin.
Wê cinazeyê Xameney bibin bajarê Meşhedê û merasima dawî wê 9ê Tîrmehê roja pêncşemê li wê derê were kirin.
Piştî merasimê cinazeyê Xameney wê li Tirbeya Îmam Riza di cihekî taybet da were definkirin.