Tolga Akbaba
14 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2026
Ji bo rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî yê ku di êrîşa asîmanî ya DYA-Îsraîlê da canê xwe ji dest dabû, li Tehranê merasima bîranînê hat lidarxistin.
Di merasima ku li Mizgefta Îmam Xumeynî Musella ya li Tehranê hat lidarxistin da, Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, Fermandarê Hêza Qudsê Tuxgeneral Îsmaîl Qaanî, kurên Elî Xamineyî Mistefa, Mesûd û Meysem Xamineyî û Serokomarê berê Mehmûd Ehmedînejad di nav da gelek berpirsên siyasî, eskerî û dînî amade bûn.
Di merasimê da Qurana Pîroz hat xwendin.
Termê Elî Xamineyî çend roj berê li beşek taybetî ya ku ji bo wî li Mezargeha Îmam Riza ya li Meşhedê ya Îranê hatibû veqetandin, hate veşartin.