31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
QUEBEC CÎTY
Li bajarên cur bi cur ji bo kesên di êrîşa terorê ya li Quebec Cîtya Kanadayê mirin da merasim hatin çêkirin û gelek însanên ji fikr û baweriyên cihê tevlî merasiman bûn.
Quleya Eyfelê ji bo kesên di êrîşê da mirin hat tarîkirin.

Ji bo kesên mirin li Ste-Foy herêma Quebec Cîtyê merasim hat çêkirin û Justin Trudeauyê Serokwezîrê Kanadayê, Rona Ambroseya Pêşenga Partiya Mihafezakaran, Thomas Mulcairê Pêşengê Partiya Demokrat a Nû, wezîr, parlementer û bi hezaran kes beşdar bûn.
Di merasimê da hi her dînî dia hatin kirin û Trudeau ji Qur'ana Pîroz ayet xwendin û bi erebî dia kir. Kesên tevlî merasimê bûn kulîlk danîn ber Mizgefta Navenda Îslamê ya Quebecê.

- Nasnameyên kesên mirin hatin eşkerekirin
Wek mayîn nasnameyên kesên di êrîşê da mirin hatin eşkerekirin. Navê kesên di êrîşê da mirin ev in: Azzeddine Soufiane (57), Khaled Belkacemi (60), Aboubaker Thabti (44), Mamadou Tanou Barry (42), Ibrahima Barry (39) û Abdelkerim Hassane (41).

Li gor agahiyan berê hatibû ragihandin 3 terorîst hene, lê peyra hat eşkerekirin êrîşkarek heye.