Dinya

Ji bo hikûmeta Iraqê banga "guh bidin daxwazên xwepêşandêran"

Li Iraqê hevpeymana bi navê "Madeya 38emîn a Destûra Iraqê" hişyarî da hikûmetê ku daxwazên xwepêşandêrên li başûrê welêt paşguh neke

Önder Beyter  | 16.07.2018 - Rojanekırın : 17.07.2018
Ji bo hikûmeta Iraqê banga "guh bidin daxwazên xwepêşandêran"

Iraq

BEXDA 

Li Iraqê hevpeymana mafên mirovan ku ji 50î zêdetir rêxistinên herêmî di bin sîwana wê da ne, hişyarî da hikûmetê ku daxwazên xwepêşandêrên li başûrê welêt paşguh neke.

Mihemed es-Selamiyê endamê hevpeymana ku navê wê "Madeya 38emîn a Destûra Iraqê" ye û ji aktîvîstên mafên mirovan û rojnamegeran pêk tê, di civîna çapemeniyê ku li paytext Bexdayê li dar xist da wiha got, "Em hikûmetê û rêveberên herêmî yên li bajaran hişyar dikin ku paşguhkirina daxwazên xwepêşandêran nedomînin û li hemberî xwepêşandanên aştiyane hêzê neemilînin."

Selamî di bangewaziya xwe da anî ziman ku divê daxwazên xwepêşandêran demildest bên bicihanîn û herwiha ji rayedarên ku gendelî kirine jî hesab were pirsîn. Selamî bal kişand ku heger na, ew ê gavên ku dê rageşiyê gurtir bike, bavêjin.

Selamî diyar kir ku ew piştgiriyê didin xwepêşandanên li parêzgehên li başûrê welêt û herwisa bangî xwepêşandêran jî kir ku êrîşî dezgehên qamûyê û saziyên taybet nekin, çekan nedin ser xwe û awayê aştiyaneya xwepêşandanan biparêzin.

Selamî ji xeynî vê, ji bo qedexekirina înternetê bi destê hikûmetê va jî got ku ev yek binpêkirina azadiya beyanê û azadiya çapemeniyê ye.

Hevpeymana "Madeya 38emîn a Destûra Iraqê" di meha hezîranê da hatibû damezirandin da ku azadiya beyanê û dezgehên çapemeniyê yên ku hewl didin, gendeliyê derxin holê, biparêze.

Li bajarê Besrayê yê Iraqê ku ji aliyê petrolê va pir dewlemend e, yekşema çûyî xwepêşandanan dest pê kiribûn û dû ra xwepêşandan belayî Zîqar, Babil, Meysan, Diwaniye, Necef û Bexdayê bûbûn.

Di xwepêşandanan da tê xwestin ku şert û mercên jiyana gel werin başkirin û herwiha kêmasiyên di xizmetên av û ceyranê da, betalî û gendelî tên protestokirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.