Dinya

"Ji bo çareserkirina pirsgirêkên berê hewcedariya me bi fikrên nû heye"

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeo: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên berê hewcedariya me bi fikrên nû heye."

Fatih Gazioğlu  | 21.08.2019 - Rojanekırın : 21.08.2019
"Ji bo çareserkirina pirsgirêkên berê hewcedariya me bi fikrên nû heye"

New York

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mîke Pompeoyê got ku ji bo çareserkirina "pirsgirêkên berê" yên Rojhilata Navîn hewcedariya wan bi fikrên nû heye.

Pompeo beşdarî civîna Konseya Neteweyên Yekbûyî ya der barê Rojhilata Navîn bû.

Pompeo di axaftina xwe da Îran sûcdar kir û wiha got: "Îran li Sûriye, Iraq, Yêmen û Libnanê "rageşî û terorê" derdixe.

"Ambargoyên çekan ya dijî Îranê ya ku ji hêla Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî va tê meşandin wê di cotmeha sala 2020an da biqede. Dîsa em biryara qedexekirina ji bo gera Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê hatibû dayîn jî ji nêz va dişopînin. Hemû dinya dikare bişopîne. Li ser malpera me ya Wezareta Karên Derva ji bo Îranê saetek heye. Ji bo kêmkirina kapasîteya terorê ya rejima Îranê êdî wext kêm dibe. Dema ku Îran serbest bimîne hûnê rageşiyên nû bibînin. Ji bo astengkirina vê rageşiyê wexta civata navneteweyî hê heye."

- "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên berê hewcedariya me bi fikrên nû heye"

Mîke Pompeo got ku ji çareserkirina pirsgirêka Sûriye, Yêmen, Libya û Îranê divê li Rojhilata Navîn di navbera hemû welatan da hevkariyeke mezin bê kirin û wiha got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên berê hewcedariya me bi fikrên nû heye."





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın