Hakan Çopur
12 Nîsan 2025•Rojanekirin: 13 Nîsan 2025
Karolîbe Leavîtta Berdevka Qesra Spî der barê gelo dê Serokê Amerîkayê Donald Trump di geşta xwe ya di meha gulanê da ya Rojhilata Navîn da dê Tirkiyeyê ziyaret bike yan na da nirxandina "Dibe ku welatên din jî parçeyeke vê geştê bin." kir.
Leavîtta Berdevka Qesra Spî brîfînga çapemeniyê li dar xist û rojeva der barê ziyareta meha pêş me ya Serokê Amerîkayê Trump ya Rojhilata Navîn da nirxandin kirin.
Leavîtt li ser pirsa wekî "Gelo Serok Trump plan dike ku bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra li Qesra Spî yan jî li Tirkiyeyê hevdîtinê bike?" got ku "Ji xeynî ku bibêjim Serok dê biçe Erebistana Siûdî der barê seyahata wî ya dervayî welêt da agahiyên hûrgilî bi min ra tunin. Lê dibe ku wek parçeyeke vê geştê hin welatên din jî hebin."
Berdevkê Amerîkayî li ser pirsa wekî gelo Qesra Spî dinirxîne ku Tirkiyeyê jî li ser geşta Rojhilata Navîn zêde bike yan na got ku "Em niha li ser hûrgiliyan dixebitin, em ê hûrgiliyên vê geştê di demek kurt da parve bikin. Piştî ku hûrgiliyên seyahatê hatin teyîtkirin ez ê we hemûyan agahdar bikim."
Tê payîn ku Serokê Amerîkayê Trump di meha gulanê da Erebistana Siûdî, Qeter û Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî ziyaret bike.