Di êrîşên ku artêşa Îsraîlê birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan di 24 saetên dawîn da 44 zêde bû û derket 67 hezar û 913yan.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û der barê êrîşên Îsraîlê yên ku li Xezeyê dewam dikin da agahiyên dawîn ên kuştî û birîndaran dan.
Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 38 jê kesên ji binê kavilan hatine derxistin 44 kuştî û 24 birîndar anîn nexweşxaneyên Xezeyê.
Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va birin ser Xeta Xezeyê da jimara kuştiyan derket 67 hezar û 913yan, jimara birîndaran jî derket 170 hezar û 134an.
Tê gotin ku li Xeta Xezeyê hê di binê kavilan da bi hezaran kuştî hene.