Dinya

Ji ber ku bi Wezîrê Tenduristiyê ra Kovîd-19 derket dê Netanyahu dîsa bikeve karantînayê

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û gelek rayedarên payebilind ên Îsraîlî ji ber ku testa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) a Yaakov Lîtzmanê Wezîrê Tenduristiyê pozîtîf derket dê bikevin karantînayê.

Elif Irmak  | 02.04.2020 - Rojanekırın : 02.04.2020
Ji ber ku bi Wezîrê Tenduristiyê ra Kovîd-19 derket dê Netanyahu dîsa bikeve karantînayê

Quds

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û gelek rayedarên payebilind ên Îsraîlî ji ber ku testa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) a Yaakov Lîtzmanê Wezîrê Tenduristiyê pozîtîf derket dê bikevin karantînayê.

Testa duh hat çêkirin a Kovîd-19ê yê Wezîrê Tenduristiyê Lîtzman û xanima wî pozîtîf derket ev yek jî bû sedem ku ji rêvebiriya Îsraîlê kesên payebilind biryara karantînayê hildin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Serokatiyê da hat diyarkirin Netanyahu dê heta roja çarşemê li Avahiya Serokwezîriyê ya li Qudsa Rojava bimîne û xebatên xwe jî ji wir bimeşîne.

Digel Netanyahu Yossî Cohenê Serokê Mossada serwêsa îstixbarata Îsraîlê, Serokê Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Îsraîlê Meîr Ben Shabbat û hin rayedarên payebilind ên ji Wezareta Tenduristiyê jî dê bikevin karantînayê.

Bi Rivka Palucha Şêwirmenda Netanyahu ra Kovîd-19 hatibû tesbîtkirin, Netanyahu li ser vê roja sêşemê ketibû karantînayê lêbelê testa Kovîd-19ê ya Serokwezîrê Îsraîlê negatîf derketibû.

Di daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê vê sibê zû hat dayîn da hatibû diyarkirin ku testa Lîtzman û xanima wî pozîtîf derketiye.

Li Îsraîlê 6 hezar û 211 waqieyên Kovîd-19ê hene û 31 kes jî ji ber vîrusê mirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın