Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1132, li Brezîlyayê 987, li Meksîkayê jî 300 kes mirin

Türkan Tosun  | 17.09.2020 - Rojanekırın : 18.09.2020
Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1132, li Brezîlyayê 987, li Meksîkayê jî 300 kes mirin

Ankara

 Ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di rojekê da li Hindistanê 1132, li Brezîlyayê 987, li Meksîkayê jî 300 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 1132 kesan va hejmara miriyan derket 83 hezar û 198 kesan.

Li welêt di rojekê da 97 hezar û 894 nexweşên nû hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derket 5 milyon û 118 hezar û 253yan.

Li welêt heta niha 4 milyon û 25 hezar û 79 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike Hindistan li dinyayê welatê duyemîn e ku lê herî zêde pêketî hene.

- Brezîlya

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di rojekê da ji ber Kovîd-19ê 987 kes mirin û hejmara miriyan derket 134 hezar û 106 kesan.

Hejmara pêketiyan 36 hezar û 820 kes zêde bû û derket 4 milyon û 419 hezar û 83yan.

Li gor agahiyan hejmara kesên vîrusê filitîn û baş bûn jî gihîşt 3 milyon û 720 hezar û 312yan.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda şewbê.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 300 kesan va hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê derket 71 hezar û 978an.

Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 4 hezar û 444 kes zêde bû û derkete 680 hezar û 931î.

Li welêt heta niha 485 hezar û 24 kesên bi nexweşiyê ketibûn jî baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku di rojekê da ji ber Kovîd-19ê mirin cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın