Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1086, li Brezîlyayê 836, li Meksîkayê jî 651 kes mirin

Türkan Tosun  | 23.09.2020 - Rojanekırın : 23.09.2020
Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1086, li Brezîlyayê 836, li Meksîkayê jî 651 kes mirin

Ankara

 Ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di rojekê da li Hindistanê 1086, li Brezîlyayê 836, li Meksîkayê jî 651 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 1086 kesan va hejmara miriyan derket 90 hezar û 21 kesan.

Li welêt di rojekê da 83 hezar û 347 nexweşên nû hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derket 5 milyon û 646 hezar û 10î.

Li welêt heta niha 4 milyon û 587 hezar û 613 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike Hindistan li dinyayê welatê duyemîn e ku lê herî zêde pêketî hene.

- Brezîlya

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di rojekê da ji ber Kovîd-19ê 836 kes mirin û hejmara miriyan derket 138 hezar û 108 kesan.

Hejmara pêketiyan 33 hezar û 536 kes zêde bû û derket 4 milyon û 591 hezar û 604an.

Li gor agahiyan hejmara kesên vîrusê filitîn û baş bûn jî gihîşt 3 milyon û 945 hezar û 627an.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda şewbê.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 651 kesan va hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê derket 74 hezar û 348an.

Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 4 hezar û 683 kes zêde bû û derkete 705 hezar û 263yan.

Li welêt heta niha 506 hezar û 732 kesên bi nexweşiyê ketibûn jî baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku di rojekê da ji ber Kovîd-19ê mirin cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.






Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın