Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 1274, li Meksîkayê 926, li Hindistanê jî 834 kes mirin kes mirin

Türkan Tosun  | 12.08.2020 - Rojanekırın : 14.08.2020
Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 1274, li Meksîkayê 926, li Hindistanê jî  834 kes mirin kes mirin

Buenos Aires

Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da li Brezîlyayê 1274, li Meksîkayê 926, li Hindistanê jî 834 kes mirin kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Brezîlyayê hezar û 1274 kes mirin û hejmara miriyan derket 103 hezar û 26an.

Li gor agahiyan 52 hezar û 160 nexweşên din hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 3 milyon û 109 hezar û 630î.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê 46 milyon e 639 hezar û 562 kes bi vîrusê ketin û 25 hezar û 571 kes ji ber vîrusê mirin.

Li Brezîlyayê hejmara kesên baş bûne jî derket 2 milyon û 243 hezar û 124an.

Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn bû navenda nexweşiyê.

- Meksîka
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 926 kesan va hejmara miriyan derket 53 hezar û 929an.

Li Welêt hejmara pêketiyan jî 6 hezar û 686 kes zêde bû derket 492 hezar û 522yan.

Li welêt heta niha 332 hezar û 800 kes baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirov ji ber vîrusê miribûn.

- Hindistan

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di rojekê da li Hindistanê 834 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, hejmara miriyan gihîşt 46 hezar û 91î.

Li welêt di 24 saetan da 60 hezar û 963 waqieyên nû hatin tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt 2 milyon û 369 hezar û 639an.

Li Hindistanê milyonek û 640 hezar û 21 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.

Li gor daneyên malpera înternetê "Worldometer"ê Hindistan li dinyayê welatê 3yemîn e ku lê herî zêde waqieyên Kovîd-19ê hene.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın