Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 1175, li Hindistanê 942, li Meksîkayê 737 jî kes mirin

Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da li Brezîlyayê 1175, li Hindistanê 942, li Meksîkayê 737 jî kes mirin.

Türkan Tosun  | 13.08.2020 - Rojanekırın : 14.08.2020
Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 1175, li Hindistanê 942, li Meksîkayê 737 jî kes mirin

Ankara

 Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da li Brezîlyayê 1175, li Hindistanê 942, li Meksîkayê 737 jî kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Brezîlyayê hezar û 1175 kes mirin û hejmara miriyan derket 104 hezar û 201î.

Li gor agahiyan 55 hezar û 155 nexweşên din hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 3 milyon û 164 hezar û 785an.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê 46 milyon e 639 hezar û 562 kes bi vîrusê ketin û 25 hezar û 571 kes ji ber vîrusê mirin.

Li Brezîlyayê hejmara kesên baş bûne jî derket 2 milyon û 309 hezar û 477an.

Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn bû navenda nexweşiyê.

- Hindistan

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di rojekê da li Hindistanê 942 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, hejmara miriyan gihîşt 47 hezar û 33yan.

Li welêt di 24 saetan da 66 hezar û 999 waqieyên nû hatin tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt 2 milyon û 436 hezar û 638an.

Li Hindistanê milyonek û 695 hezar û 982 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.

Li gor daneyên malpera înternetê "Worldometer"ê Hindistan li dinyayê welatê 3yemîn e ku lê herî zêde waqieyên Kovîd-19ê hene.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 737 kesan va hejmara miriyan derket 54 hezar û 666an.

Li Welêt hejmara pêketiyan jî 5 hezar û 858 kes zêde bû derket 498 hezar û 380î.

Li welêt heta niha 336 hezar û 635 kes baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirov ji ber vîrusê miribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın