Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê li Brezîlyayê hezar û 26 û li Meksîkayê 625 kesên din jî mirin

Nihat Kavşut   | 06.06.2020
Ji ber Kovîd-19ê li Brezîlyayê hezar û 26 û li Meksîkayê 625 kesên din jî mirin

Ankara

 Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li Brezîlyayê hezar û 26 û li Meksîkayê 625 kesên din jî mirin.

Li gor agahiyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê ji ber Kovîd-19ê hezar û 26 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 35 hezar û 47an.

Li gor agahiyan 31 hezar û 65 nexweşên din hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 646 hezar û 6an.

- Li Meksîkayê 625 kes mirin

Li gor agahiyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê ji ber Kovîd-19ê li Meksîkayê 625 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 13 hezar û 170yî.

Li gor agahiyan 4 hezar û 346 nexweşên din hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 110 hezar û 26an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın