Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê li Brezîlyayê 1262, li Meksîkayê 470 kes mirin

Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) li Brezîlyayê 1262 li Meksîkayê 470 kes mirin.

Haydar Şahin   | 03.06.2020
Ji ber Kovîd-19ê li Brezîlyayê 1262, li Meksîkayê 470 kes mirin

Ankara

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê ,di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 1262 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 31 hezar û 199an.

Hejmara pêketiyên li welêt jî 28 hezar û 936 zêde bû derket 555 hezar û 383 kesan.

- Li Meksîkayê di 24 saetên dawîn da 470 kes mirin

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da li welêt 479 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 10 hezar û 637an.

Li welêt hejmara pêketiyan jî 3 hezar û 891 zêde bû û derket 97 hezar û 326 kesan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın