Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistan, Brezîlya û Meksîkayê 2458 kes mirin

Abdullah Tel   | 27.09.2020
Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistan, Brezîlya û Meksîkayê 2458 kes mirin

Ankara

 Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da li Hindistanê 1155, li Brezîlyayê 904 û li Meksîkayê jî 399 kes mirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 1155 kesan va hejmara miriyan derket 94 hezar û 534 kesan.

Li çar aliyê Hindistanê di rojekê da 88 hezar û 600 nexweşên nû hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derket 5 milyon û 992 hezar û 532an. Ji serê meha îlonê vir va hejmara pêketiyan roj bi roj zêdetir dibe.

Heta niha 4 milyon û 941 hezar û 627 kesên bi wan ra Kovîd-19 hatibû tespîtkirin jî ji şewbê filitîn û baş bûn.

Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike Hindistan li dinyayê welatê duyemîn e ku lê herî zêde pêketî hene.

- Brezîlya

Li Brezîlayaya ku Kovîd-19ê lê zêde tesîra xwe nîşan da di 24 saetên dawîn da 904 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 904 kesan va hejmara miriyan derket 141 hezar û 441 û hejmara pêketiyên nû jî 28 hezar û 502 kes zêde bû û derket 4 milyon û 718 hezar û 115an.

Li gor agahiyan hejmara kesên ji vîrusê filitîn û baş bûn jî gihîşt 4 milyon û 50 hezar û 837an.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî wek navenda şewbê ye.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 399 kesan va hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê derket 76 hezar û 243an.

Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 5 hezar û 573 kes zêde bû û derket 726 hezar û 431an.

Li welêt heta niha 521 hezar û 241 kesên bi nexweşiyê ketibûn jî baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku di rojekê da ji ber Kovîd-19ê mirin cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın