Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistan û Brezîlya yê 1374 kes mirin

Abdullah Tel   | 28.09.2020
Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistan û Brezîlya yê 1374 kes mirin

Ankara

Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da li Hindistanê 1039 û li Brezîlyayê jî 335 kes mirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 1039 kesan va hejmara miriyan derket 95 hezar û 542 kesan.

Li çar aliyê Hindistanê di rojekê da 82 hezar û 767 nexweşên nû hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derket 6 milyon û 73 hezar û 348an.

Ji serê meha îlonê vir va hejmara pêketiyan roj bi roj zêdetir dibe.

Heta niha 5 milyon û 16 hezar û 520 kesên bi wan ra Kovîd-19 hatibû tespîtkirin jî ji şewbê filitîn û baş bûn.

Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike Hindistan li dinyayê welatê duyemîn e ku lê herî zêde pêketî hene.

- Brezîlya

Li Brezîlayaya ku Kovîd-19ê lê zêde tesîra xwe nîşan da di 24 saetên dawîn da 335 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê hejmara miriyan derket 141 hezar û 776an û hejmara pêketiyên nû jî 14 hezar û 318 kes zêde bû û derket 4 milyon û 718 hezar û 309an.

Li gor agahiyan hejmara kesên ji vîrusê filitîn û baş bûn jî gihîşt 4 milyon û 60 hezar û 88an.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî wek navenda şewbê tê binavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın