Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 809, li Brezîlyayê 317 kes mirin

Haydar Şahin   | 29.09.2020
Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 809, li Brezîlyayê 317 kes mirin

Ankara

Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) li Hindistanê 809, li Brezîlyayê 317 kes mirin.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da bi mirina 809 kesan va hejmara miriyan derket 96 hezar û 351î.

Li welêt di 24 saetên dawîn da hejmara pêketiyan 71 hezar û 943 kes zêde bû û derket 6 milyon û 145 hezar û 291î.

Li welêt hetanî niha 5 milyon û 101 hezar û 397 kes jî pak bûn.

- Brezîlya

Li Brezîlyayê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 371 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 371 kesî va hejmara miriyan derket 142 hezar û 58an, hejmara pêketiyan jî 13 hezar û 155 kes zêde bû derket 4 milyon û 745 hezar û 464an.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê 46 milyon e 973 hezar û 142 kes bi vîrusê ketin û 35 hezar û 125 kes ji ber vîrusê mirin.

Li welêt hetanî nika 4 milyon û 84 hezar û 182 kes jî ji vîrusê xilas bûn.

Brezîlyaya serjimara wê 211 milyon e piştî Amerîka û Hindistanê ji hêla zêdebûna nexweşiyê va di rêza 3yan da cî gidre.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın