Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1315, li Brezîlyayê 1201, li Meksîkayê jî 629 kes mirin

Türkan Tosun   | 16.09.2020
Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1315, li Brezîlyayê 1201, li Meksîkayê jî 629 kes mirin

Ankara

 Ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di rojekê da li Hindistanê 1315, li Brezîlyayê 1201, li Meksîkayê jî 629 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 1315 kesan va hejmara miriyan derket 82 hezar û 91 kesan.

Li welêt di rojekê da 90 hezar û 123 nexweşên nû hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derket 5 milyon û 20 hezar û 359an.

Li welêt heta niha 3 milyon û 942 hezar û 360 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike Hindistan li dinyayê welatê duyemîn e ku lê herî zêde pêketî hene.

- Brezîlya

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di rojekê da ji ber Kovîd-19ê 1201 kes mirin û hejmara miriyan derket 133 hezar û 270 kesan.

Hejmara pêketiyan derket 3 milyon û 671 hezar û 128an.

Li gor agahiyan hejmara kesên vîrusê filitîn û baş bûn jî gihîşt 3 milyon û 613 hezar û 184an.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda şewbê.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 629 kesan va hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê derket 71 hezar û 678an.

Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 4 hezar û 771 kes zêde bû û derkete 676 hezar û 487an.

Li welêt heta niha 481 hezar û 68 kesên bi nexweşiyê ketibûn jî baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku di rojekê da ji ber Kovîd-19ê mirin cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın