Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1247, li Brezîlyayê 858, li Meksîkayê jî 624 kes mirin

Haydar Şahin   | 19.09.2020
Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1247, li Brezîlyayê 858, li Meksîkayê jî 624 kes mirin

Ankara

Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) li Hindistanê 1247, li Brezîlyayê 858, li Meksîkayê 624 kes mirin.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da bi mirina 1247 kesan va hejmara miriyan derket 85 hezar û 619an.

Li welêt di 24 saetên dawîn da hejmara pêketiyan 93 hezar û 337 kes zêde bû û derket 5 milyon û 308 hezar û 15an.

Li welêt hetanî nika 4 milyon û 208 hezar û 431 kes ji vîrusê xilas bûn.

- Brezîlya

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 858 kesan va hejmara miriyan derket 135 hezar û 793yan, hejmara pêketiyan jî 39 hezar û 797 kes zêde bû derket 4 milyon û 495 hezar û 183yan.

Brezîlyaya serjimara wê 211 milyon e piştî Brezîlya, Amerîka û Hindistanê ji hêla zêdebûna nexweşiyê va di rêza 4an da cî gidre.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 624 kesan va hejmara miriyan derket 72 hezar û 803 kesan. Hejmara pêketiyan 4 hezar û 841 kes zêde bû û derkete 841 hezar û 688 kesan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın