Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1157, li Brezîlyayê 363, li Meksîkayê jî 235 kes mirin

Ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di rojekê da li Hindistanê 1157, li Brezîlyayê 363, li Meksîkayê jî 235 kes mirin.

Türkan Tosun   | 21.09.2020
Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1157, li Brezîlyayê 363, li Meksîkayê jî 235 kes mirin

Ankara

Ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di rojekê da li Hindistanê 1157, li Brezîlyayê 363, li Meksîkayê jî 235 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 1157 kesan va hejmara miriyan derket 87 hezar û 909 kesan.

Li welêt di rojekê da 86 hezar û 961 nexweşên nû hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derket 5 milyon û 487 hezar û 580.

Li welêt heta niha 4 milyon û 396 hezar û 399 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike Hindistan li dinyayê welatê duyemîn e ku lê herî zêde pêketî hene.

- Brezîlya

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di rojekê da ji ber Kovîd-19ê 363 kes mirin û hejmara miriyan derket 136 hezar û 895 kesan.

Hejmara pêketiyan 16 hezar û 389 kes zêde bû û derket 4 milyon û 544 hezar û 629an.

Li gor agahiyan hejmara kesên vîrusê filitîn û baş bûn jî gihîşt 3 milyon û 851 hezar û 227an.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda şewbê.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 235 kesan va hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê derket 73 hezar û 493an.

Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 3 hezar û 542 kes zêde bû û derkete 697 hezar û 663an.

Li welêt heta niha 499 hezar û 302 kesên bi nexweşiyê ketibûn jî baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku di rojekê da ji ber Kovîd-19ê mirin cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın