Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1141, li Brezîlyayê 831, li Meksîkayê jî 490 kes mirin

Haydar Şahin   | 25.09.2020
Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 1141, li Brezîlyayê 831, li Meksîkayê jî 490 kes mirin

Ankara

 Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) li Hindistanê 1141, li Brezîlyayê 831, li Meksîkayê 490 kes mirin.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da bi mirina 1141 kesan va hejmara miriyan derket 92 hezar û 290î.

Li welêt di 24 saetên dawîn da hejmara pêketiyan 86 hezar û 52 kes zêde bû û derket 5 milyon û 818 hezar û 571î.

- Brezîlya

Li Brezîlyayê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 831 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 831 kesî va hejmara miriyan derket 139 hezar û 808an, hejmara pêketiyan jî 32 hezar û 817 kes zêde bû derket 4 milyon û 657 hezar û 702yan.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê 46 milyon e 958 hezar û 240 kes bi vîrusê ketin û 34 hezar û 677 kes ji ber vîrusê mirin.

Li welêt hetnî nika 4 milyon û 23 hezar û 789 kes jî ji vîrusê xilas bûn.

Brezîlyaya serjimara wê 211 milyon e piştî Amerîka û Hindistanê ji hêla zêdebûna nexweşiyê va di rêza 3yan da cî gidre.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 490 kesî va hejmara miriyan derket 75 hezar û 439 kesan.

Hejmara pêketiyan 5 hezar û 408 kes zêde bû û derkete 715 hezar û 457 kesan.

Li welêt hetanî nika 514 hezar û 760 kes jî ji vîrusê xilas bûn û pak bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın