Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Brezîlyayê 1212, li Hindistanê 764 û li Meksîkayê 688 kes mirin

Önder Beyter   | 01.08.2020
Ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Brezîlyayê 1212, li Hindistanê 764 û li Meksîkayê 688 kes mirin

Buenos Aires

 Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da li Brezîlyayê hezar û 212, li Hindistanê 764 û li Meksîkayê 688 kes mirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Brezîlyayê, pêketiyên Kovîd-19ê 52 hezar û 383 zêde bû û gihîşt 2 milyon û 662 hezar û 485an.

Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da hezar û 212 kes jî mirin û hejmara miriyan jî gihîşt 92 hezar û 475an.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, Brezîlyaya ku nifûsê wê ji 211 milyonî zêdetir e, piştî Amerîkayê "welatê duyemîn e ku li dinyayê pêketiyên wê herî zêde ne."

- Hindistan

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Hindistanê, di rojekê da li welêt 764 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, hejmara miriyan gihîşt 36 hezar û 511an.

Li welêt di 24 saetan da 62 hezar û 437 waqieyên nû hatin tespîtkirin û bi vî awayî hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt milyonek û 701 hezar û 307an.

Li gorî malpera "Worldometer", Hindistan "welatê sêyemîn e ku li dinyayê pêketiyên wê herî zêde ne."

- Meksîka

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Meksîkayê di nava 24 saetên dawîn da ji ber şewbê 688 kes mirin û hejmara miriyan bû 46 hezar û 688an.

Li welêt hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 hat tespîtkirin jî 8 hezar û 458 zêde bû û gihîşt 424 hezar û 637an.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın