Dinya, Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawî da li Hindistanê 1178, li Brezîlyayê 863 kes mirin

İbrahim Atmaca   | 30.09.2020
Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawî da li Hindistanê 1178, li Brezîlyayê 863 kes mirin

Ankara

 Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li Hindistanê 1178, li Brezîlyayê 863 kes mirin.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê da hat diyarkirin ku di 24 saetên dawîn da bi mirina 1178 kesan va hejmara miriyan derket 97 hezar û 529an.

Li welêt di 24 saetên dawîn da hejmara pêketiyan 80 hezar û 472 kes zêde bû û derket 6 milyon û 225 hezar û 763yan.

Li welêt hetanî niha 5 milyon û 187 hezar û 825 kes jî pak bûn.

- Brezîlya

Li Brezîlyayê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 863 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 863 kesan va hejmara miriyan derket 142 hezar û 921an, hejmara pêketiyan jî 32 hezar û 58 kes zêde bû derket 4 milyon û 777 hezar û 522yan.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê 46 milyon e 979 hezar û 519 kes bi vîrusê ketin û 35 hezar û 391 kes ji ber vîrusê mirin.

Li welêt heta niha 4 milyon û 135 hezar û 88 kes jî ji vîrusê xilas bûn.

Brezîlyaya serjimara wê 211 milyon e, li Amerîkaya Latîn weke "navenda şewbê" tê pênasekirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın