Dinya

Ji ber agir û dûmana Cumbre Vîejaya Çiyayê Agirîn 800 kes hatin texliyekirin

Şenhan Bolelli   | 13.10.2021
Ji ber agir û dûmana Cumbre Vîejaya Çiyayê Agirîn 800 kes hatin texliyekirin

Madrid

Cumbre Vîejaya Çiyayê Agirîn ê li La Palmaya girava li başûrê rojavayê Îspanyayê ji 19ê îlonê vir va agir û dûmanê davêje derva ku ji ber agirê ji çiyê dikişe 800 kes ji malên xwe hatin texliyekirin.

Saziya Plankirina Taybet a Parastina Sivîlan û Midaxaleya Acil ya ji ber Rîskên Volkanîk (Pevolca) daxuyand agir û xweliya ji çiya dikişe rêya xwe guherand, ji ber vê 800 kes ji malên xwe hatin texliyekirin.

Di navbera saet 13.00 û 19.00î da destûr hat dayîn ku gel ji malên xwe eşyayên xwe yên taybet derxin.

Miguel Angel Morcuendeyê şefê beşa teknîkî ya Pevolcayê jî daxuyand li giravê tevahî 6 hezar û 200î zêdetir kes hatine texliyekirin.

Morcuende anî ziman heta niha agir gihîştiye 595 hektar qadê ku jê 170 hektar qadên çandiniyê ne.

Ji ber ku dûmana çiya xwe gihand siteya pîşesaziyê û hewa qirêj bû hişyarî hat dayîn ku gel derî û paceyên xwe bigirin û ji malên xwe dernekevin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın