Dinya

Ji ber êrîşa mizgeftê ya li Norwecê Swêd û Norwec bi hev ketin

Erna Solberga Serokwezîra Norwecê destnîşan kir li Îskandinavyayê Swêd bûye ciyê komên nijadperest û got ku divê Norwec rê li ber vê bigire

Nihat Kavşut   | 13.08.2019
Ji ber êrîşa mizgeftê ya li Norwecê Swêd û Norwec bi hev ketin

Stockholms Lan

Erna Solberga Serokwezîra Norwecê destnîşan kir li Îskandinavyayê Swêd bûye ciyê komên nijadperest û got ku divê Norwec rê li ber vê bigire.

Solbergê der heqê êrîşa dijî Mizgefta Navenda Îslamê ya El-Nûrê ku li Baruma bajarê Norwecê ye Swêdê rexne kir.

Erna Solbergê destnîşan kir navenda "Tevgera Berxwedana Îskandinavyayê" ya rastgira radîkal Swêd e û got ku li Îskandinavyayê Swêd bûye ciyê komên nijadperest û got ku divê Norwec rê li ber vê bigire.

Solbergê diyar kir komên navborî tên Norwecê û çalakiyan dikin û got ku divê bi hev ra dijî wan hereket bikin.

- Ji Swêdê bersiveke "tund"

Swêdê piştî daxuyaniya Solberga Serokwezîra Norwecê bersiveke tund da.

Anders Ygemanê Wezîrê Vejenê yê Swêdê li ser Twitterê daxuyanî da û destnîşan kir Solbergê du caran bi Partiya Pêşveçûnê ra ku rastgirê radîkal e û dijî koçberan derdikeve hikûmet ava kiriye û got ku bira di eynikê da li xwe mêze bike.

Ygeman der heqê heman mijarê da daxuyanî da rojnameya Aftonbaldetê û wiha got: "Di navbera dewletan da hevkariya dijî radîkalîzmê girîng e, lê heger hûn bi Partiya Pêşveçûnê ya rastgir ra hevkariyê bikin û Sylvî Listahauga siyasetmedara rastgira radîkal bikin wezîr divê hûn di eynikê da li xwe mêze bikin."

Anders Ygeman destnîşan kir divê Norwec rastiyê qebûl bike.

Ygeman diyar kir du êrîşkarên nijadperest ji Norwecê derketine û wiha got: "Rast nîna ku rastkirin li Swêdê sûcdar bikin. Anders Behring Breivîkê 77 kesan qetil kir endamê Partiya Pêşveçûnê bû."

Roja şemiyê li bajarê Barumê êrîşkarekî çekdar êrîşî Mizgefta Navenda Îslamê ya El-Nûrê kiribû. Di êrîşê da kesek birîndar bûbû û êrîşkar hatibû binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.