Mahmut Geldi
21 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2026
Wezareta Navxweyî ya Behrêynê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî X a şîrketa Amerîkayê, ragihand ku li welêt sîren lêdidin.
Di daxuyaniyê da ji welatiyan û niştecihan hat xwestin ku aram bimînin, biçin herêma ewle ya herî nêzîk û bi rêyên fermî pêşveçûnan bişopînin.
Artêşa Kuweytê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku pergalên wê yên parastina asîmaî di bersiva êrîşên mûşekî û dronan ên Îranê da hatine aktîfkirin.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku her teqînek ku li welêt tê bihîstin dikare ji ber pergalên parastina asîmanî be û ji raya giştî xwest ku talîmatên ewlehiyê yên ku ji hêla rayedarên têkildar va hatine dayîn bişopînin.
Çend roj in, çend welatên Erebî yên li Kendavê, di nav da Kuweyt û Behreyn, daxuyaniyan didin û îdia dikin ku pergalên wan ên parastina asîmanî êrîşên Îranê asteng dikin.