Dinya

Ji Amerîkayê hetanî Rûsyayê li gelek welatan têkoşîna dijî şewatan dewam dike

Selen Temizer, Barış Seçkin, Emre Gürkan Abay  | 30.07.2021 - Rojanekırın : 02.08.2021
Ji Amerîkayê hetanî Rûsyayê li gelek welatan têkoşîna dijî şewatan dewam dike

Brüksel

Şewatên li gelek ciyên dinyayê dewam dikin li Amerîka, Ewropa û Rûsyayê bi deh hezaran dolim qad xistin xwelî, hejmara şewatên di sala 2021ê da derketin li gelek welatan ji ya salên berê derdiketin zêdetir e.

Li gor nexşeya Sîstema Rêveberiya Çavkanî û Agahdarkirina Şewatê ya NASAyê ya bi navê FIRMSê, şewatên bi xalên sor hatine nîşandan rayê didin ku li her aliyê dinyayê şewat hene.

Di nexşeyê da ji Amerîkayê, hetanî Rûsyayê, ji Amerîkaya Başûr hetanî bakurê û başûrê Afrîkayê û Kendava Ereban li gelek herêman şewatên bi xalên sor hatine nîşandan hene. Li Îtalya, Îspanya, Yewnanistan û Romanyaya welatên YEyê têkoşînê didin.

Li gor nexweşya rewşa acil a şewatên daristanan a Komisyona YEyê jî li tevahiyê parzemînê şewatên mezin û piçûk hene û hema bêje digihêjin bakurê Rûsyayê. Di nexşeyê da tê dîtin ku hin şewatên li welatên YEyê hefteyek e dewam dikin.

- Şewatên li Îtalyayê

Bi taybetî li başûrê Îtalyayê gelek şewatên mezin û piçûk hene.

Li gor xeberên di çapemeniya herêmî da hatin weşandin jî li giravên Sîcîlya û Sardînyayê û herêma Kalabriyayê di encama gelek şewatan da bi hezaran hektar erd bû xwelî.

Di şewaya di 24ê tîrmehê da li Orîstanoya li rojavayê Sardînyayê derket da 20 hezar hektar erd şewitî, 1500 kes hatin texliyekirin. Li herêmê xebatên sarkirinê dewam dikin. Ji bo têkoşîna dijî şewatê xêncî teyareyên xwe Îtalyayê ji welatên YEyê jî teyare xwestibû.

Christian Solinasê Serokê Rêveberiya Xweser a Sardînyayê jî gotibû zirara ji ber şewatê çêbû niha nikarin hesab bikin, ji bo telafiya zirarê ji hikûmeta navendî piştgiriya aboriyê ya acil xwestibû.

- Romanya

Li Bukreşa paytextê Romanyaya welatê endamê YEyê jî li nêzî sînorê Bulxaristanê jî xalên sor hene û şewatê nîşan didin.

Li Moldova û Ukraynaya welatên cînarê Romanyayê jî şewatên daristanê dewam dikin.

- Yewnanistan

Li Stamataya qada daristanê ku girêdayî Şaredariya Dionisosa nêzî paytext Atînayê ye di 27ê Tîrmehê da agir bi daristanê ket û pekiya taxên mal lê ne. Rayedaran gotibû ku rewş pir xerab e û digel mudaxeleyan agir heta taxên mal lê ne hatiye û bi zor û heft belayî agir hatibû temirandin.

- Rûsya

Li Yaqutistana herêma Rûsyayê ji bo temirandina agirê ku meha tîrmehê dest pê kiribû xebat didomin. Heta niha bi qasî 1,3 milyon hektar qada daristanê şewitî û rayedaran rewşa acîl îlankiribûn.

Wezareta Rewşên Acîl û Afatê ya Rûsyayê di daxuyaniya weşand da ragihand ku ji bo temirandina 144 şewatên li herêmên curbecur ên welêt dewam dikin, xebat didomin.

- Amerîka û Kanada

Li gor agahiyên ku Navenda Agir a Navsaziyan a Neteweyî ya Amerîkayê di 29ê Tîrmehê da weşand di 82 şewatên li 13 eyaletan qewimîn da 1,7 milyon donim qada daristanî şewitî û hat gotin ku li Idaho, Alaska û Minnesotayê jî şewatên mezin derketine.

Li Kanadayê jî di nav sala 2021ê da ji 4 hezar û 500 carî zêdetir şewat derketin û li welêt îsal 2 hezar û 150 hektar zevî şewitî.

Li gor Pergala Agahiya Şewatên Daristanê yên Ewropayê (EFFIS) qadên daristanê yên şewitîne li Îtalya, Fransa û Romanyayê ji hêla qadê va ji sala 2008-2020î derbas bûye.

Li Îtalyayê îsal 53 hezar û 797 hekatar, li Fransayê 22 hezar û 807 hektar, li Romanyayê jî 18 hezar û 620 hektar qad şewitî û li gor nîvendiya 12 salan 16 hezar û 82 hektar şewitîbû.

Li Bosna Hersekê jî îsal 25 hezar û 583 hektar û li Tûnisê jî 17 hezar û 599 hektar qada daristan lê bû şewitîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın