Dinya

Ji 50 zêdetir dewlet ji bona Cammu Keşmîrê bang li Hindistanê kirin

Li Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî ji 50yî zêdetir dewlet ku Tirkiye jî di nav da ye bang li Hindistanê kirin ku li Cammu Keşmîra statuya wê ya taybet hat rakirin û astengî li ber hene binpêkirina mafên mirovan bide sekinandin

Nihat Kavşut   | 11.09.2019
Ji 50 zêdetir dewlet ji bona Cammu Keşmîrê bang li Hindistanê kirin

Geneve

Li Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji 50yî zêdetir dewlet ku Tirkiye jî di nav da ye bang li Hindistanê kirin ku li Cammu Keşmîra statuya wê ya taybet hat rakirin û astengî li ber hene binpêkirina mafên mirovan bide sekinandin.

Di civîna 42emîn ya Konseya Mafên Mirovan ya NYê da ku li Ofîsa Cenevreyê ya NYê ya li Swîsreyê hat kirin roja duyemîn meseleya Cammu Keşmîrê hat rojevê.

Piştî ku Şah Mehmûd Qureyşiyê Wezîrê Karên Derva yê Pakistanê der barê meseleya Keşmîrê da li Konseya Mafên Mirovan ya NYê axaftineke dûr û dirêj kir hin dewlet hatin cem hev û daxuyaniyeke hevbeş dan.

Tevî Tirkiyeyê di daxuyaniya ku ji 50yî zêdetir dewlet û Teşkîlata Hevkariya Îslamî amade kir da hat destnîşankirin piştî ku Hindistanê 5ê Tebaxê statuya taybet ya herêmê rakir li Keşmîrê binpêkirina mafên mirovan diqewimin û rewşa însanî her diçe xirab dibe.

Hat diyarkirin rewşa li herêmê ji bona Konseya Mafên Mirovan ya NYê û mekanîzmayên mafên mirovan acîl e û hat gotin piştgiriyê didin daxuyaniya Michelle Bacheletê Komîserê Payebilind yê Mafên Mirovan ya NYê ku gotibû ji ber tevgerên dawîn yên Hindistanê ku li herêmê dike bi fikar in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.