Dinya

Ji Îsraîlê bo Behreynê ziyareta ewil a heyeta bazirganiyê

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyanhu ragihand ku heyeteke bazirganiyê ya ji welatê wî dê îro biçe Behreynê.

Önder Beyter   | 18.10.2020
Ji Îsraîlê bo Behreynê ziyareta ewil a heyeta bazirganiyê

Istanbul

 Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyanhu ragihand ku heyeteke bazirganiyê ya ji welatê wî dê îro biçe Behreynê.

Netanyahu di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya ji ofîsa xwe da diyar kir ku ji bo cara ewil heyeta bazirganiyê dê biçe Behreynê û Serokê Saziya Ewlekariya Neteweyî Meir Şabat dê serokatiya heyetê bike.

Netanyahu diyar kir, heyeta ku dê biçe Behreynê dê ligel peywirdarên payebilind ên welêt û Amerîkayiyan hevdîtinan pêk bînin û her wisa li ser mijarên wekî hewagerî, veguhestin, teknolojî, pîşesazî, bazirganî, fînans, turîzm, çandinî, peywendiyên dîplomatîk, tenduristî û çandî bisekinin.

Netanyahu her wisa diyar kir ku di ziyaretê da ligel belgeya destpêkirina peywendiyên dîplomatîk a di navbera herdu welatan da, protokolek jî dê were îmzekirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.