Dinya

Hêzên Esed li cihên ku piştî 9 salan ji destê mixalifan hildan, goristanan jî xirab dikin

Türkan Tosun  | 18.02.2020 - Rojanekırın : 19.02.2020
Hêzên Esed li cihên ku piştî 9 salan ji destê mixalifan hildan, goristanan jî xirab dikin

İdlib

 Hêzên rejima Beşar Esed li Heleba Rojava ya di nav sînorê Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da ye û piştî 9 salan bidestxistin, zorê didin gel ku ew koç bikin û gora miriyan jî xirab dikin.

Milîsên bi navê "Şebîha" yên girêdayî artêşa Esed û eskerên rejimê li Heleba Rojava duh navçeya Heyyanê bi dest xistin.

Esker û milîsan li navçeyê kêlikên goran şikênandin û dîmenên wê li ser medyaya civakî parve kirin.

Şebîhayan di 9ê sibatê da jî li gundê Xan es Sublê ya li ser Îdlibê goristaneke sivîlan xirab kiribûn.

Li cihên ku hêzên rejimê bi dest xist sivîl tune ne Ji ber êrîş û bombebarandinê yên mayî jî ditirsin û terka malên xwe dikin.

Mixalifan 9 sal berê navçeya Heyyanêya li ser Heleba Rojava ya di nav sînorê Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da ye ji destê rejimê hildabûn.

- Guh nedan peymanên Astanayê û mitabaqata Soçiyê

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da bajarê Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Xumsê, li paytextê Şamê Xûteya Rojhilat û herêmên başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin.

Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin. Bi sedhezaran sivîlên ku ji ber êrîşan revîn, berê xwe dan bakurê welêt û koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin. Ji peymana Soçiyê vir va di êrîşên rejimê û piştgirên wê da ji 1800î zedetir sivîl hatin kuştin. Ji Çileya Paşîn a 2019an vir va milyonek û 794 hezar kesan xwe spartin sînorê Tirkiyeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın