Dinya

Hêzên Esed ku Rûsya piştgiriyê didê nêzî Xan Şêxûnê bûn

Hêzên rejima Beşşar Esed bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê mitabaqata Îdlibê binpê kir û ji aliyê başûrê bajêr va pêş dikeve û nêzî sînorên navçeya Xan Şêxûnê bû

İbrahim Atmaca  | 19.08.2019 - Rojanekırın : 20.08.2019
Hêzên Esed ku Rûsya piştgiriyê didê nêzî Xan Şêxûnê bûn

İdlib

Hêzên rejima Beşşar Esed bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê mitabaqata Îdlibê binpê kir û ji aliyê başûrê bajêr va pêş dikeve û nêzî sînorê navçeya Xan Şêxûnê bû.

Hêzên rejimê hefteyeke ji başûrê Îdlibê va aliyê girên Hemayê va bajaroka Habîtê, Girên Sûkeyk û Teriyê, çewlikên Kefreydûn û Sabahiyeyê û devera Fakîrê ku li ser sînorê navçeya Xan Şêxûnê ye, bi dest xistin.

Hêzên rejimê ji aliyê rojava va navçeyê dorpêç dikin û 500 mêtre nêzî sînorên navçeyê bûn.

Komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan û hêzên taybet ên Ûris û eskerên bipere piştgiriyê didin hêzên rejimê. Hêzên rejimê piçek maye ku rêya Heleb û Şamê ya M5ê bibire. Ev rê ji nav Xan Şêxûnê ra derbas dibe.

- Girîngiya Xan Şêxûnê

Rejima Esed di 4ê nîsana 2017an da bi çeka kîmyewî komkujî kiribû û 100 kes di vê komkujiyê da hatibûn kuştin. Bi vê komkujiyê ra navçe ketibû rojeva dinyayê.

Amerîkayê di 7ê nîsanê da li Şayrata baregeha esmanî ya eskerî ya rejimê xistibû, mîsyona lêpirsînê ya hevpar (JIM) a Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî di 27ê cotmeha 2017an da piştrast kiribûn ku êrîş bi destê rejimê hatiye kirin.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da qada ku Xan Şêxûn jî di nav da ye wekî Herêma Kêmkêkirina Rageşiyê ya Îdlibê îlan kiribû.

Lê Xan Şêxûn ji êrîşên rejima Esed û piştgirên wê nefilitî û timî rastî êrîşan hat.

- Baregeha çavdêriyê ya Artêşa Tirkiyeyê

Li başûrê rojhilatê navçeya Morîkê ku ji aliyê başûr va nêzî 10 kîlomêtreyan dûrî Xan Şêxûnê ye, baregeheke çavdêriyê ya Artêşa Tirkiyeyê heye.

Mixalifên eskerî dibêjin ku heke êrîş zêde bibin, talûke heye ku baregeha çavdêriyê ya li Morîkê were dorpêçkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın