Dinya, Jiyan

Hostayê dîzikan ji heriyê amûrên rengrengî yên xemlê çêdike

Mihemed Kerkuş: "Ji bo çêkirina dîzikan xwelî divê hûr û baş be. Ji her heriyê dîzik çênabe. Ji kulmek heriyê me amûrên xemlê yên reng rengî çêkirin."

Mehmet Burak Karacaoğlu, Ahmet Karaahmet   | 03.12.2021
Hostayê dîzikan ji heriyê amûrên rengrengî yên xemlê çêdike Hüsam Abdullah - AA

İdlib

 Mihemed Kerkuşê ku ji ber êrîşên rejima Beşar Esed a li ser bajarê Helebê reviya û hat gundê Kastaraya li bakurê Lazqiyeyê bi cî bû karê xwe didomîne û ji heriyê dîzik û amûrên xemlê çêdike.

Hostatiya vî karî ji kalê wî jê ra mîrat maye û ew digel şerê navxweyî ji bo debara xwe mîratê didomîne.

Kerkuşê 31 salî ji bo heriyê xweliya taybet berhev dike, li bêjingê dixe û paşê dike herî û jê dîzik û amûrên xemlê yên biçûk çêdike. Rojê 3-4 hebên biçûk çêdike, piştî ziwabûnê wan boyax dike û heba wan bi 20 lireyê Tirkiyeyê difiroşe.

- "Heke piştevanî neyê dayîn wê ev karê ji holê rabe"

Mihemed Kerkuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev kar ji kalê wî jê ra mîrate maye û niha li mala koç kiriyê heman karî didomîne.

Kerkuşê bavê du zarokan destnîşan kir ku di vî karê hanê da xeyalkirin hewce dike û wiha domand: "Ji bo çêkirina dîzikan xwelî divê hûr û baş be. Ji her heriyê dîzik çênabe. Ji kulmek heriyê me amûrên xemlê yên reng rengî çêkirin."

Di berdewamiya axaftina xwe da Kerkuş got ku ewê vî karî hînî zarokên xwe jî bike û got: "Ji ber şerê navxweyî êdî pêwîstiyên mirovan guherîn û ji ber vê jî ev kar li ber windabûnê ye. Heke piştevanî neyê dayîn wê ev karê ji holê rabe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın