Dinya

HKIyê ragihand ku komeke PKKyî ku amadekariya êrîşê dikir hat girtin

Ekip  | 17.05.2022 - Rojanekırın : 18.05.2022
HKIyê ragihand ku komeke PKKyî ku amadekariya êrîşê dikir hat girtin

Arbil

 Konseya Ewlekariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku komeke girêdayî PKKya rêxistina terorê ku amadekariya êrîşê dikir hat girtin.

Yekeya Dije Terorê ya HKIyê li ser hesabêxwe yê fermî yê Facabeookê daxuyaniya Konseya Ewlekariyê ya HKIyê ya drbarê mijarê de parve kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komeke girêdayî PKKya rêxistina terorê ku li dijî hêzên Pêşmerge, cihên sivîlan, saziyên dewletê û bendavan, amadekariya êrîşê dikir hat girtin.

Konseya Ewlekariyê ya HKIyê 26ê nîsanê ragihandibû ku "planeke xeternak" a PKKê ya li dijî HKIyê hatiye pûçkirin û hejmareke gelek teqemenî û madeyên eskerî hatine desteserkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.