HKI: PKK Kurdên koçî Belarusê dikin ji bo reşkirina HKIyê bi kar tîne
Arbil
Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyand Kurdên koçî Belarusê dikin ji hêla PKKya rêxistina terorê û qaçaxçiyan va ji bo reşkirina HKIyê tên bikaranîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Konseyê da hat gotin komek welatiyên HKIyê ji bo heqê penaberiyê bi dest bixin çûne Belarusê û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Lê ji wan hinek ji bo ku ji wir jî bigîhîjin welatên ku dixwazin herin ji hêla PKK, qaçaxçî, şirketên turîzmê û tucarên siyasetê va ji bo hincetan û reşkirina Kurdistanê hatin bikaranîn."
Hat gotin HKI ji bo jiyaneke azad cihekî ewle ye û ji ber vê jî ji herêmên cuda ên Iraqê, welatên cînar û biyaniyan gelek kes tên herêma Kurdan ku li vir jiyaneke baştir bijîn û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tu kes ji Kurdistanê ji bo pirsgirêka siyasî an jî sînordarkirina azadiyê mecbur nemaye ku koç bike."
Aktîvîst û siyasetmedarên muxalif dibêjin di hefteyên dawîn da hejmrara Kurdên diçin Belarusê û dixwazin ji wir jî koçî Ewropayê bikin zêde dibe ku ew ji ber şert û mercên jiyanê yên nebaş û sînordarkirina azadiyan koç dikin.
Kurdên koç dikin ku herin Ewropayê li ser sînorê Belarus-Polonyayê di herêma daristanekî da bendê ne ku bikaribin ji sînor derbas bibin.