Dinya

Hikûmeta Swêdê biryara serîlêdana endamtiya NATOyê da

Hikûmeta Swêdê ragihand ku biryara serîlêdana endamtiya NATOyê dane.

Atila Altuntaş  | 16.05.2022 - Rojanekırın : 18.05.2022
Hikûmeta Swêdê biryara serîlêdana endamtiya NATOyê da

Stockholms Lan

Hikûmeta Swêdê ragihand ku biryara serîlêdana endamtiya NATOyê dane.

Serokwezîra Swêdê Magdalena Anderssonê daxuyand ku îro piştî hevdîtinên li parlementoyê hikûmeta Swêdê biryar da serîlêdana endamtiya NATOyê bike.

Anderssonê tekezî li wê yekê kir ku li parlementoyê piraniya zêde, piştevaniya endamtiya NATOyê dike û anî ziman ev biryar ji bo parastina asayişa welêt û berjewendiyên wê digel partiya sereke ya mixalefetê bi hevbeşî hatiye dayin.

Serokwezîr Anderssonê herwiha got ku ew dixwazin serîlêdana endamtiya NATOyê digel Fînlandiyayê pêkve bikin.

Serokomarê Fînlandiyayê Sauli Niinisto dê roja sêşembê bi serdaneke fermî biçe Swêdê.

Tê plankirin ku roja sêşembê yan çarşembê, Fînlandiya û Swêd serîlêdana endamtiya NATOyê pêkve bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın